Serokwezîrê Brîtanya: Mixabin em dê gelek kesan ji dest bidin
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson îro Sêşemiyê di gotarekê de li ser belavbûna vîrusa Koronayê li welatê xwe got: “Ew rêya li pêşiya me ye dijwar e, ew jî rast e mixabin em gelek kesan ji dest didin.”
Johnson da zanîn, ew roj bi roj sîstema tendirustî ya welatê xwe bihêz dikin û tekez kir, hikûmeta wî welatî perestar û pizîşkên xanenişîn vegerandine ser kar û niha bala wan li ser dîtina derziya li dijî vîrusa COVID-19 ye.
Boris Johnson got: “Niha 7 hezar û 500 perestarên xanenişîn bo xizmetê vegeriyane. Di wê dema hun di malên xwe de dimînin, em hewl didin dabînkirina pêdiviyên xwe zêdetir bikin, gera xwe bo dîtîna çareseriyekê bileztir dikin, me bala xwe xistiye ser dîtina derziyekê. Hevdem bi milyonan kîtên pişkinînê dikirin ku rê dide me rûbirûyê vê kujera nediyar bibin.”
Serokwezîrê Brîtanyayê destnîşan kir, ew dê ligel xelkê Brîtanyayê bi ser vîrusê de biser dikevin.
Heta niha li 194 welatên cîhanê haletên tûşbûna bi vîrusa koronaya nû anku COVID-19 hatine tomarkirin.
Li ser asta cîhanê 377,300 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û 16,520 kes jî heta niha bi sedema vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.
Rudaw
