• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hêzên Amerîkî ji Hebaniye nevekêşane

Gulan Media March 24, 2020 Nûçe
Hêzên Amerîkî ji Hebaniye nevekêşane
duhê hatibû belavkirin ku ji vê navendê vekêşane
Jêdereke leşkerî ji parêzgeha Enbarê ragihand ku heta niha hêzên Amerîkî ji navenda leşkerî ya Hebaniye ya li parêzgeha Enbarê nevekêşane.

Ev jêder ji Sûmeriye news ra ragihandiye ku nûçeyên behsa vekêşana hêzên Amerîkî ji navenda leşkerî ya Hebaniye dikin dûrin ji rastiyê û leşkerên Amerîkî ji vê navendê venekêşane.

Weke tê zanîn duhê êwarê hinek dezgehên ragihandinê belav kiribûn ku hêzên Amerîkî ji navenda leşkerî ya Hebaniye vekêşane.

Top