• Monday, 09 February 2026
logo

Kurdistan: Wezareta Navxwe tevahiya hêzên xwe xiste amadebaşiyê

Gulan Media March 24, 2020 Nûçe
Kurdistan: Wezareta Navxwe tevahiya hêzên xwe xiste amadebaşiyê
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê tevahiya hêzên xwe dixe amadebaşiyê, li Silêmnaniyê polîs ragihand, her kesê ku bê sedem li derve bê dîtin, dê were desteserkirin.

Wezareta Navxwe di daxuyaniyekê de ragihand, ku tevahiya hêzên Asayişa Navxwe û Rêveberiya Giştî ya Polîs ji bo hevkarîkirina wan hêzên ku niha di erk de ne û ji bo baştir cîbicîkirina biryara qedexeya derketina derve û rênimayiyên xweparastina ji Koronayê, dixe amadebaşiyê.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Tevahiya hêzên Asayişa Navxwe, efser û karmendên ser bi Rêveberiya Giştî ya Dîwana Wezaretê û Rêveberiya Asayişa Navxwe, Rêveberiya Giştî ya Navxwe û rêveberiyên giştî yên Regezname li Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Giştî ya Polîs, Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Tundutîjiya Dijî Jinan û Malbatan, Rêveberiya Polîsê Elektrîka Herêmê, Rêveberiya Polîsê Daristanan û Jîngehê ya Herêmê, Dadgeha Hêzên Asayişa Navxwe, Desteya Pişkinîna Hêzên Navxwe, Kolêja Polîsê Hewlêr û Silêmaniyê, Rêveberiya Polîsê Rahênanê li parêzgeha Silêmaniyê ya ser bi Rêveberiya Giştî ya Polîs ve, dikevin haleta amdebaşiyê”.

Ev biryara Wezareta Navxwe di çarçoveya rêkarên rûbirûbûna vîrusa Koronayê de hatiye dan ji duh Duşemê ve ketiye warê cîbicîkirinê.

Li aliyekê din, Rêveberê Polîsê Silêmaniyê, Emîd Aso Şêx Teha ji Rûdawê re ragihadn, ji bo cîbicîkirina qedexeya derketina derve ew dê tevahiya hêzên xwe li nav tax û kolanên bajêr belav bikin.

Aso Şêx Teha tekez kir, “ji bilî kes û aliyên rêpêdayî, hatinûçûn li nav bajêr qedexe ye û hêzên polîs her kesê ku bê sedem li derve bibînin, dê desteser bikin”.

Rêveberê Polîsê Silêmaniyê diyar kir, biryar ji aliyê Wezareta Navxwe ve hatiye dan û destnîşan kir, heta wê dema ku wezaret biryareke din bide, ew hêz dê li cade û kolanan çavdêriya rewşê bikin.

Tundtirkirina tedbîrên ji bo rêgirtin li belavûna vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku hejmara tûşbûyên bi vîrusa COVID-19 li herêmê gihîştiye 91 kesan.

Rudaw
Top