• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê ketin

Gulan Media March 24, 2020 Nûçe
Li Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê ketin
yek ji wan nexweşiyê din pê re bûye û canê xwe ji dest daye
Duhê êwarê wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku li Kurdistanê 9 welatiyên din bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê, lêgerînên tîmên tendirostî û nûjdariyê bo dîtina kesên ku bi Koronayê ketine didomin û di encama wan lêgerînan de duhê 9 kesên bi Koronayê ketî hatine diyarkirin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku 8 ji wan welatiyan li Silêmanî û yeke din jî li Dihukêne. Li Silêmanî yek ji wan kesan jiber ku beriya bi Koronayê bikeve nexweşiyê din pê re bûye canê xwe ji dest daye.
Top