Şîrketa Dana Gas: Emê li ser derxistina gaza sirûştî li Kurdistanê berdewam bin
Şîrketa Îmaratî ya Dana Gas, ku ev çend sal in li Herêma Kurdistanê gaza sirûştî derdixîne, di daxuyaniyekê de ragihand, daketina nirxa petrolê di bazarên cîhanê de bandê li karê wan nake, ji ber wê j ew li ser derxistina gazê berdewam in.
Di daxuyaniya şîrketê de hatiye gotin, wan tedbîrên pêwîst bo wan karmendên ku rojane kar dikin, da ku ber nexweşiya Koronayê nekevin.
Ev çend roj in nirxa petrolê di bazarên cîhanê de gelekî daketiye. Pisporên aborî dibêjin, yek ji sebebên serekî yên daketina nirxa petrolê, belavbûna nexweşiya Koronayê ye.
Basnews
