Li Rojhilatê Kurdistanê hejmara qurbaniyên Koronayê 100 kes derbas kir
Li gor amarên ku Wezareta Tendirsutiya Îranê belav kirine, ji destpêkê ve heta niha 115 kes ji tûşbûyên Koronayê li her pênc parzêgehên Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
Herwiha hejmara giştî ya kesên ku heya niha li Rojhilatê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, derbasî 1467 kesan bû.
Li parêzgeha Urmiyê di nava 24 saetan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara giştî ya keêsn ku li wê parêzgehê ji ber tûşbûna bi COVID-19 mirine, gihîşte 31 kesan.
Hejmara tûşbûyan li parêzgeha Urmiyê jî bo 428 kesan zêde bûye.
Wezareta Tendirustiya Îranê ragihandiye, li parêzgeha Sine di nava 24 saetên dawîn de 3 kesên din ji tûşbûyên Koronayê mirine û bi giştî heya niha 28 kesan li wê parêzgehê jiyana xwe ji dest dane, herwiha 238 kes jî heya niha bi vê vîrusê ketine.
Li Kirmaşanê jî herî dawî kesekî din jiyana xwe ji dest daye û hejmara qurbaniyên koronavîrusê li wê parêzgehê gihîştiye 16 kesan û 175 kes jî bi vîrusê ketine.
Herwiha li parêzgeha Îlamê jî tûşbûyekî din ê Koronayê mir û hejmara kesên ku li vê parêzgehê bi sedema vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane, bo 10 kesan bilind bû. Li Îlamê heya niha 183 kes jî bi vîrusa COVID-19 ketine.
Li parêzgeha Loristanê ku rewşa belavbûna vîrusê li wê derê dijwartir e, ew 4 roj in ku li gor Wezareta Tendirustiya Îranê ti haletên mirina bi Koronayê nehatine tomarkirin, û hejmara qurbaniyên vîrusê li wê parêzgehê di hejmara 30 kesan de sekiniye, lê belê çavkaniyên xwecihî wan amarên hikûmetê red dikin û hikûmeta bi veşartina zanyariyên rast tometbar dikin.
Hejmara tûşbûyên Koronayê li Loristanê li gor amarên fermî yên hikûmeta Îranê, niha 476 kes in.
Li Rojhilatê Kurdistanê, li gor roja bihorî hem hejmara tûşbûyan zêde bûye û hem hejmara kesên ku bi sedema vîrusa COVID-19 jiyana xwe ji dest dane, zêde bûye.
Rudaw
