• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hejmara yên bi vîrûsa koronayê ketine 300 hezar kes derbas kir

Gulan Media March 22, 2020 Nûçe
Hejmara yên bi vîrûsa koronayê ketine 300 hezar kes derbas kir
Hejmara yên bi vîrusa koronaya nû (Covid-19) ketine li seranserê cîhanê 300 hezar kes derbas kir, nêzîkî yek li ser ‎sêyên bi vîrusê ketine baş bûne û 13 hezar û 64 kesan jî canê xwe ji dest dane.‎

Li gor amarên fermî, heta niha li cîhanê 308 hezar û 227 kes bi vîrusa koronayê ketine, 95 hezar û 826 ‎kes baş bûne û 13 hezar û 64 kesan jî canê xwe ji dest dane.‎

Niha herî zêde kesên bi wê vîrusê ketine yan hilgirê wê vîrusê ne li Îtalyayê ne ku hejmara wan digihe ‎‎53 hezar û 50 kesan, piştî Îtalyayê Amerîka di rêza duyem de ye û heta niha li wî welatî 26 hezar û 333 ‎kes bi wê vîrusê ketine û baû nebûne.‎

Çîn ew cihê ku yekem car virus lê belav bû, niha tenê 5 hezar û 353 kesên pê ketine lê hene û 72 hezar ‎û 440 kes baş bûne. Di 24 demjimêrên derbasbûyî de jî, li Amerîka û Ewropayê hejmara kesên bi wê ‎vîrusê ketine gelekî zêde bûye û bi hezaran kes pê ketine.

Rudaw
Top