• Tuesday, 10 February 2026
logo

Piştî 16ê cotmeha 2017ê sektorên giring ên Kerkûkê ji dest kurdan hatin derxistin

Gulan Media March 22, 2020 Nûçe
Piştî 16ê cotmeha 2017ê sektorên giring ên Kerkûkê ji dest kurdan hatin derxistin
Berpirsê malbenda Kerkûkê yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku rewşa Kerkûkê xirabe û ji ber xirabiya siyaseta parêzgerê sepandî, ku hemû sektorên giring ji dest kurdan derxist.

Berpirsê malbenda Kerkûkê yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Resûl Reûf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bexda hemû hewldana wê ew e xwe ji madeya 140 dûrbixe û xwe bê agah bike. Hemû biryarên ku didin li Kerkûkê di berjewendiya ereban de ne û bi bername hewl didin bo ereb kirina bajar û ew guhertinên li wî bajarî tên kirin di berjewendiya kurdan de nînin.’’

Ew berpirsê Partiya Sosyalîst dibêje: ‘’Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê beşek piraniya kesûkar û nêzîkên xwe di peywirên giring de bicîh kirin û di desthilatê de ne. wek tolhildanekî vê dike.’’

Resûl Reûf got: ‘’Piştî 16ê cotmeha 2017ê kurd erk û peywirên giring hemû ji dest dan. Ji wan jî parêzger, qaymeqamiyet û rêveberiya tenduristî, perwerde, ewlehî û hemû sektorên giring û hestyar ên desthilatê jê hatin standin.’’

Basnews
Top