10 hezar barhilgir li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê asê mane
Barhilgirên li ser rê asê mane çaverê ne ku dora wan bê û barê xwe bigihînin Başûrê Kurdistanê, lê ji ber tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusa koronayê veguhestina kel û pelan weke berê ne hêsan e.
Ji ber ku li deriyê Xabûrê barhilgir bi kontrol têne derbaskirin, nêzîkî 10 hezar barhilgir li pey hev rêz bûne.
Evdilqadir Aydinalp ku xelkê Qoserê ye yek ji wan ajokarên dorê de ye ku nimêja xwe li kêleka rê dike. Ew 55 salî ye û nîvê temenê xwe bi ajokariyê derbas kiriye. Lê heta niha zehmetiyeke evqas mezin nekişandiye.
Evdilqadir Aydinalp ji Rûdawê got: “Deh roj in em hatine em dê vî barî bibin Iraqê. Ger deynê me û texsîdên me tunebûya kes nediçû. Mecbûr mane em diçin. Heke na em dê ji ber vê nexweşiyê di nava zarokên xwe de bûna, li mala xwe bana.”
Ji Silopî û Cizîrê heta Nisêbîn û Qosera Mêrdînê debara 15 hezar ajokaran li ser bazirganiya navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de ye. Lê ji ber şidandina tedbîrên li deriyên sinorî tenê hilberîna li Herêma Pîşesaziyê ya Mêrdînê ji sedî 70 daketiye.
Derbarê vê yekê de Serokê Herêma Pîşesaziyê ya Mêrdînê Nasir Duyan jî got: “Ji koronayê û vir de bazirganî êşiya. Kêmanî çêbû. Kapasîteya kargehên me ket. Niha encex bi kapasîteya ji sedî 30 dişixulin. Berê ji cem me rojê hezar barhilgir ji vê herêma pîşesaziyê derdiketin. Niha 200 barhilgir an derdikevin an dernakevin.”
Bazirganiya herî zêde ya di navbera Mêrdîn û Başûrê Kurdistanê de beriya 10 rojan jî savar û arvan bû. Vîrûsa koronayê herî zêde jî zirar daye hilberînerên herdu xorekan.
Li ser vê mijarê Hilberînerê arvan û savarê Faysal Sun wiha axivî: “Hilberîna me ya savarê jî û ya arvan jî sekinî. Li cem min 50 karkerên me hebûn me nîvê wan ji kar derxist. Nîvê wan maye. Barhilgirên me 20 roj in di dorê de ne, hêj neçûne. Berê veguhestin heke 10 dolar bû niha bûye 50 dolar. Pirsgirêk pir in.”
Li Bakurê Kurdistanê bi sedan kes di kar û barê bazirganî û hilberîneriya hinardeya bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê de kar dike. Her pêşveçûnek li ser derbazeyan rasterast bandora xwe li ser wan kesan dike.
Rudaw
