Li Tirkiyê 5 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê aşkere kir, di 24 demjimêrên bûrî de 311 kesên din bi vîrusa Korona ketine û bi tavahî 670 kes bi wê vîrusê ketine.
Amaje bi wê jî da, 5 kesên canê xwe jidest dane û koma giştî ya mirina bi Korona gihîştiye 9 kesan.
Ev di demekê de ye, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine, li Ewropa di zêdebûnê de ye.
Li gor dawî amar jî, li cîhanê heta niha 276 hezar û 170 kes bi vîrusa Korona ketine û 11 hezar û 405 kesan jî canê xwe jidest dane, 91 hezar û 952 kes jî baş bûne.
K24
