• Tuesday, 10 February 2026
logo

23 zîndanî li Rojhilatê Kurdistanê reviyan

Gulan Media March 20, 2020 Nûçe
23 zîndanî li Rojhilatê Kurdistanê reviyan
Hejmareke zîndaniyan li zîndaneke parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê reviyan.

Li gorî berpirsên parêzgeha Lorsitanê, 23 zîndanî ji zîndana Parsîlon a bajarê Xuremava reviyan.

Cîgirê Emnî yê Parêzgarê Loristanê, Mehmûd Semînî ragihand ku di rûbirûbûna hêzên emnî û zîndaniyên revyayî de, zîndaniyek hate kuştin, yek birîndar bû û yek jî hate girtin.

Mehmûd Semînî dibêje ku 20 zîndaniyan karîne birevin.

Berpirsên bajarê Xuremava û parêzgeha Loristanê dibêjin ku lêgerîn bo peydakirina wan girtiyan berdewam in.

Rudaw
Top