• Tuesday, 10 February 2026
logo

SOHR: 129 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin

Gulan Media March 20, 2020 Nûçe
SOHR: 129 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin
Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama şerê li paytexta Lîbya bajarê Trablûsê de 129 çekdarê Sûrî yên Tirkiyê ew şandine, hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê li Lîbyayê 129 çekdarên Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin, ew kesên ku hatine kuştin jî Tirkiyê şandine Lîbya ji bo ku şerê artêşa Libyayê bikin.

Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê ragihand ku ew 129 çekdarên ku di şerê Lîbya de hatine kuştin endamên grupên Sûltan Murad, Lîwa Siqûr Elşîmal, Lîwa El Mutasim, Elhemzat û Sûleyman Şah ên ser bi Tirkiyê ve ne, piraniya wan ji Ezaz, Idlib û Efrînê çûne Lîbya.

Bi gotina berpirsên SOHRê heta niha 4 hezar û 750 çekdar ji aliyê Tirkiyê ve ji bo Lîbyayê hatine veguhestin û nêzîkî hezar û 900 çekdar jî di kampên li Tirkiyê de perwerdê dibînin.

Tirkiyê miaş dide wan çekdaran, hinekan jî bi şerê ku biçin Lîbya şer bikin, hemwelatiya Tirkiyê wergirtine.

Rudaw
Top