KNK: Garentoriya Mesûd Barzanî baştir e ji ya dewleteke biyanî
Alên Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li tenîşt hev bilind dibin, lê heya niha herdû aliyên kurdî yên sereke li Rojavayê Kurdistanê, danûstandinên cedî nedane destpêkirin.
Di civîna dawî ya ENKSê, bi Hevpeymaniya Navdewletiya re, Amerîka careke din tekez li ser yekrêziya navmala Kurdî kir, lê ENSK di wê baweriyê de ye ku heya niha gavên cidî ji bo vê yekê nehatine avêtin.
Derbarê mijarê de Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-Sê) Nafih Ebdullah dibêje: “Aliyê Amerîkî heya niha fişarek cedî li PYDê nekiriye, gotarên rayedarên PYD jî ne cihê rehmetiyê ne, em dixwazin gotara xwe li gor şert û mercên yekrêziyê biguherin.”
Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) û partiyên di nava Rêveberiya Xweser de, dirêjahiyê bi destpêşxeriya HSDê derbarê heman mijarê didin. KNK jî di wê baweriyê de ye ku divê niha qonax bibe qonaxa avakirina lêvegereke siyasî û hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe garentor.
Endamê Desteya Rêveber a KNKê Merwan Hesen jî got: “Li cem me Serok Mesûd garentor be, baştir e ku dewletek din garentor be. Em li Hewlêrê rûnin, baştir e ku em li paytexteke din rûnin.”
PYD vegera xala sifir bi ENKSê re, qebûl nake, ENKSê jî sê xal ku heman xalên rêkeftina Duhokê, bûn kiriye merc, ew jî; avakirina lêvegera siyasî , çawaniya rêvebirina deverê û hebûna desteyek hevbeş a serbazî ji bo dana biryara şer û aştiyê ye.
Rudaw
