• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Kerkûkê 15 kes ji qerentîneya Koronayê derketin

Gulan Media March 19, 2020 Nûçe
Li Kerkûkê 15 kes ji qerentîneya Koronayê derketin
Li bajarê Kerkûkê, 15 kesên ku bi gumana nexweşiya Koronayê di bin çavdêriyê de bûn, çûn malên xwe.

Berpirsê giştî yê tenduristiya parêzgeha Kerkûkê, Kerîm Welî ragihand, 15 kesên ku bi gumana hebûna nexweşiya Koronayê hatibûn qeretînekirin, têsta wan negatîf derket û çûn malên xwe.

Li gorî amarên fermî, heta niha 125 kes li Iraqê û 40 kes jî li Herêma Kurdistanê bi nexweşiya Koronayê ketine ku 11 kes ji wan mirine û hinek jî baş bûne.

Basnews
Top