Du kongrêsmanên Amerîkayê tûşî vîrusa Koronayê bûn
Her yek ji Mario Diaz-Balart, û Ben McAdams, ku herdu endamên Kongrêsa Amerîkayê ne, ragihandin ku ew bi vîrusa Koronayê ketine û niha di karantînê de ne.
Mario Diaz-Balart ê 58 salî ji wîlayeta Florîdayê, roja Çarşemê 18ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku ew “niha li mala xwe li Waşingtonê di karantînê de ye”.
Li gor daxuyaniyê, roja Çarşemê piştî nîvor nîşanên ta û serêşê li ser laşê Mario Diaz-Balart hatine dîtin û di van demên dawiyê de jî ew hatiye agahdarkirin ku encama pişkinîna koronayê ya wî pozîtîv derketiye.
Mario Diaz-Balart diyar kiriye: “Ez dixwazin hemûyan piştrast bikim, ku ez hest bi başbûnê dikim”.
Wî kongrêsmanî daxwaz ji xelkê û hemû aliyan jî kir, ku metrisiya vîrusa Koronayê ciddî bibînin û rênimayiyên ji bo rûbirûbûna vê vîrusê yên ji bo rêgirtin li belavbûna vê pêk bînin.
Ben McAdams ê 45 salî jî ku nûnerê wîlayeta Utah (Yuta) di Kongrêsa Amerîkayê de ye, piştrast kiriye ku ew bi vîrusa Koronayê ketiye.
McAdams li ser twittera xwe ragihandiye, “roja Şemiyê dema ku ji Waşingtonê vedigeriyam, hin nîşanên kêm ên wek şewbê li min xuya bûn û piştî şêwira li gel pizîşk, ji roja Yekşemê ve min xwe li malê karantîne kir û bi rêya telefonê min beşdarî di hemû civîn û hevdîtinan de kiriye”.
McAdams destnîşan kiriye, piştî xirabbûna rewşa tendirustiya wî, li ser daxwaza pizîşk, wî roja Sêşemê 17ê Adarê testa koronayê daye û roja Çarşemê encama wê testê pozîtîv derket.
Heta niha zêdetir ji 9250 kesan li Amerîkayê bi vê vîrusê ketine û zêdetirî 150 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
K24
