4 tûşbûyên koronayê li Silêmaniyê baş bûn
Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand ku îro 18ê Adarê li wê parêzgehê rewşa 4 kesên din ên bi vîrusa koronayê ketibûn baş bûye û ew bo malên xwe hatine şandin.
Dr. Sebah Hewramî zanîn ku ligel wan 4 kesan, hejmara kesên ji vîrusa koronayê pak bûne gihîşt 13 kesan.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 39 kes tûşî nexweşiya Koronayê bûne û 9 kes ji wan baş bûne û kesek jî ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye.
Rudaw
