• Tuesday, 10 February 2026
logo

Pişkinîna welatiyan li taxên Silêmaniyê dest pê kir

Gulan Media March 19, 2020 Nûçe
Pişkinîna welatiyan li taxên Silêmaniyê dest pê kir
Bo yekemîn car li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê, li bajarê Silêmaniyê tax bi tax pişkinîna koronayê ji bo hemwelatiyan tê kirin.

Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê ragihand, ew dê ji niha ve pê ve li taxên bajêr jî pişkinînên nexweşiya vîrusa Koronayê ji bo xelkê encam bidin û dê piştî 24 demjimêran jî encamên wan pişkinînan aşkere bikin.

Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê, Dr. Sebah Hewramî di daxuyaniyekê de aşkere kir, ew dê bi rêya 5 tîmên taybet pişkinînên Koronayê li taxên bajarê Silêmaniyê pêk bînin.

Sebah Hewramî got: "Wek yekemîn cih li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê, em dê bi rêya 5 tîman li taxên bajarê Silêmaniyê pişkinînên Koronayê bo hemwelatiyan encam bidin, encam jî dê di nava 24 demjimêran de bihêne ragihandin, ew yek jî bi armanca rêgirtin li zêdetir belavbûna vîrusa Koronayê ye".

Li Herêma Kurdistanê heta niha 39 kes bi vîrusa COVID-19 ketine, ku 29 ji wan li Silêmaniyê, 8 kes li Hewlêrê û kesek jî li Helebceyê ye.

Herwiha heta niha li Herêma Kurdistanê kesekî bi sedema vê vêrusê canê xwe ji dest daye û 13 kes jî baş bûne.

Li aliyekê din, di çaroçoveya hewlên ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê, Wezareta Herêma Kurdistanê bo dema 5 rojên din qedexeya hatinûçûnê li seranserê herêmê dirêj kir.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed ragihand, biryara qedexeyê û biryarên din ên ku heta niha ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatine dan, gelek baş û erênî bûne û encama wan biryaran hebûye.

Rêber Ehmed herwiha daxwaz ji xelkê kir, ku berdewam bin li ser pabendbûna bi biryar û rênimayiyan û tekez kir, "her kesê ku biryar û rênimayiyan û bi taybet qedexeya hatinûçûnê binpê bike, dê were sizadan".

Rudaw
Top