Li Çînê ti haletek nû ya tûşbûna bi Korona nehat tomarkirin
Komîta Niştimanî ya Tenduristiyê ya Çînê ragihand, li nava Çînê ti haletek ketina bi vîrusa korona nehat tomarkirin, belkû 34 haletên ji derve hatibûn hebûn.
Komîta Tenduristiyê îro di daxuyaniyekê de diyar kir, hejmara haletên ketina bi vîrusa Korona heta niha gihîştiye 80 hezar û 928 haletan. Hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 3 hezar û 245 kesan.
Tomarnekirina ti haleteke nû ya tûşbûna bi vîrusa Korona li Çînê di demekê de ye, li Ewropa, Amerîka û Rojhilata Navîn vîrusa Korona bi awayekî berfireh belav dike.
K24
