• Tuesday, 10 February 2026
logo

Eyad Elawî: Lazime tevahiya aliyan di prosesa siyasî de beşdar bin

Gulan Media March 19, 2020 Nûçe
Eyad Elawî: Lazime tevahiya aliyan di prosesa siyasî de beşdar bin
dibêje beşdarî nekirina aliyan vê kêşeyan aloztir bike
Serokê hevpeymaniya Weteniye li Îraqê Eyad Elawî derbarê prosesa siyasiya Îraqê û ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de ragihandiye ku lazime tevahiya alî û pêkhateyên Îraqê di prosesa siyasî û ava kirina hikûmeta nû de beşdar bin.

Elawî herwiha eşkere kiriye ku lazime di prosesa ava kirina kabîneya nû de daxwazên xwepîşanderên Îraqê liber çav werin girtin û eger ev yek neyê kirin vê şaştiyeke gelek mezin were kirin.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku beşdarî nekirina tevahiya alî û pêkhateyan di prosesa siyasî de vê kêşeyên heyî yên li Îraqê aloztir bike.

Top