• Tuesday, 10 February 2026
logo

Emerîka bersiva Çînê da

Gulan Media March 19, 2020 Nûçe
Emerîka bersiva Çînê da
Wezareta Derve ya Emerîkayê bersiva rexne û tuhemtên Çînê da, ku ragehandibû; Emrîka Vayrosa Koronayê li Çînê belav kirîye.

Berpirsekê Bilind Ji Wezareta derve ya Emerîkayê bi mêdyayên welatê xwe ragehandîye, ew tuhmetên Çînê ne berpirsyarane ye û nahên qebulkirin û bê beha ne.

Berî çend rojan, gotebêjekî bi navê Wezareta Derveya Çînê ragehandibû, ku Emerîka dest di belavkirina vayrosa Koronayê de heye li bajarê Wihan a Çînê.

Ew berpirsê Wezareta derve ya Emerîkayê ragehandîye jî, Waşintunê hewil da hevkarîya Çînîyan bike bo rêgirtinê ji belavbûna wî derdî, lê wan ti bersiv nedan.

Herweha got: Heke Çîn dixwaze wek hêzeke mezin reftarê bike; divê rêzê li rêsayên nêvdewletî bigre û pabend be bi binemayên azadî ya rojnamevanî.

Duhê jî, Çînê sê nûçegehanên rojanemeyên Niyoyok Taymiz, Woll Sitrît û Waşintun Post ji welatê xwe derkirin.

K24
Top