Amerîka- Hejmara tûşbûyên Koronayê 7 hezarî derbas kiriye
CDC da zanîn ku ji hejmara nû ji ya berê 2,812 pirtir e û hejmara mirîyan jî bilindtir bû û ji 22 giheşt 97 kesan.
CDC dîyar kir ku li hemî 50 eyaletên Amerîka û paytext District of Columbia û sê deverên nin kontrola Amerîka jî bûyera vîrusa korona hatine tomar kirin.
Di hejmara giştî ya bûyerên tûşbûna korona de 49 kesên ku ji Japonya û Wuhan, Çîn ya cîhê derketina vîrusê jî hene.
Herwiha CDCyê bal kişand ku hejmarên ku ew dide bîragiştî û yên her yek eyalet bi xwe belav dike, dibe ku cihê bin.
Basnews
