• Tuesday, 10 February 2026
logo

Jiber barîna barana bixor lehî rabûye

Gulan Media March 19, 2020 Nûçe
Jiber barîna barana bixor lehî rabûye
li Zaxoyê zirar bi malên welatiyan ketiye
Ji duhê bişev heta niha pileke bixor ya baran barînê hin deverên Kurdistanê vegirtiye.

Di encama barîna barana bixor li Dihuk, Zaxo û çend deverên din yên Kurdistanê de lehiyên mezin rabûne.

Bi tenê li bajarê Zaxoyê 10 taxên vê bajarî rastî zirarên mezin hatine û av derbasî nava malên xelkê bûye.

Herwiha li Dihukê jî jiber lehiyê çend cadeyên serekî û kolan di bin avê de mane.

li cadeya serekî ya di navbera Hewlêr û Dihukê de jî li devera Şêxanê lehiyeke mezin rabûye, beşek ji cadeyê di nava avê de maye.

Di encama wan lehî û av rabûnê de zirarên madî hene.
Top