• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amarên qurbanîyên Koronayê li Îtaliya bi sehim in

Gulan Media March 19, 2020 Nûçe
Amarên qurbanîyên Koronayê li Îtaliya bi sehim in
Desthelatdarên Îtaliya ragehand, di dema 24 demjmêrên burî de, 475 kesan bi sedema Koronayê li welatê wan canê xwe ji dest dane. Bi vî awayî, hajmra tevaya ewên canê xwe bi sedema evî derdî ji dest dane, gihişte 2978 kesan.

Li gor mêdya yên Îtaliya, di dema van 24 demjimêrên bûrî de, tenê li Herêma Lombardîya 319 haletên mirinê hatîne tomarkirin. Anku, tenê hejamra ewên di wê herêmê de canê xwe ji dest dane gehişte 1959 haletan.

Mêdyayan aşkera jî kirine, ji duhî ve, 1433 haletên nû yên tûşbûn bi Vayrosa Korona li Herêma Lombardîya hatine tomarkirin. Weha jî, hejamra tevaya kesên tûşbûyî di wê herêmê de gehişte 17713 kesan.

Li gor amareka fermî ya wî welatî jî, rêjeya zêdetir 99% ji wan qurbanîyan; nexweşîyên demdirêj hebûn e. tenê rêjeya 0.8% ew kes in ewên ti arîşeyên tenduristî nebûne.

Amar wê yekê jî nîşan didin, ku ta niha 35713 haletên tûşbûnê li seranserî Îtaliya hatine tomarkirin.

K24
Top