Li Tirkiyê hejmara tûşbûyên Koronayê gihîşt 191 kesan
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koca roja Duşemê 18ê Adarê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, piştî pişkinînan 93 haletên nû yên tûşbûna vîrusa koronayê (Covid-19) li wî welatî hatine piştrastkirin.
Fahrettin Koca dibêje: "Nexweşekî me yê 61 salî canê xwe ji dest da. Rehma Xwedê lê be. 93 nexweşên me yên nû ku bi vîrusê ketine hene. Nexweşên me tên dermankirin."
Koca diyar kir ku ligel amarûn nû hejmara kesên bi Covid-19ê gihîşt 191 kesan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê herwiha got: “Testên ku îro hatin encamdan nîşan didin ku tedbîr gelekî zarûrî ne. Hejmara nexweşan gihişt 191kesan. Nexweşên me tên dermankirin. Divê em hemû hemû pêkve rêgiriyê bikin.”
Duh jî kesekî temen 89 salî ji ber vîrusa Koronayê li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabû.
Rudaw
