Li Îraqê 21 kesên din bi Koronayê ketine
Wezareta tendirostî ya Îraqê îro sêşem belav kir ku 21 welatiyên din yên Îraqê bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya Îraqê îro li bajarên Bexda, Kerbela, Besre û Wasêt bi giştî 21 welatiyên din bi Koronayê ketine.
Di daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku îro cerbandinên nûjdariyê bo 96 kesan hatine kirin û di encam de derketiye ku 21 ji wan bi Koronayê ketine.
