• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îran – Ji ber agirê Newrozê du kes mirin û bi sedan kes jî kor û birîndar bûn!

Gulan Media March 18, 2020 Nûçe
Îran – Ji ber agirê Newrozê du kes mirin û bi sedan kes jî kor û birîndar bûn!
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji ber agirê Newrozê herî kêm 2 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar û kor bûn.

Şeva borî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, welatiyan guh nedan tirs û nexweşiya Koronayê û agirê Newrozê vêxistin û bi ser agir de bazdan û Çarşema Sor pîroz kirin û çûn pêşwaziya sersala nû.

Li gorî agaihyên fermî, di dema vêxistina agir û pîrozbahiyan de herî kêm 2 kes mirin û 751 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li Tehranê ji her derî zêdetir welatî birîndar bûne ku hejmara wan nêzîkî 200 kes e. li Ormiyê jî 93 kes birîndar bûne.

Tê gotin ku gelek kes jî kor bûne û birîna hinekan jî giran e.

Basnews
Top