• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îdiaya rêkevtina Rûsya û Tirkiyê li ser Kobanî bûye sedema tirsa xelkê

Gulan Media March 18, 2020 Nûçe
Îdiaya rêkevtina Rûsya û Tirkiyê li ser Kobanî bûye sedema tirsa xelkê
Li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê van rojan gotegotek di nava xelkê de belav bûye, goya Rûsya û Tirkiyê li hev kirine, ku Rûsya beramberî Idlibê Kobanî bide Tirkiyê, û vê yekê tirs xistiye nav dilê xelkê.

Niha li Kobanî hêzên Rûsî û hikûmeta Sûriyê hene, lê dîsa jî xelk dibêje, baweriya zêde bi wan hêzan nayê û dibe weke Efrînê ew jî bibin qurbana rêkeftineke Rûsî-Tirkî.

Gundê Qeramoxê ku dikeve rojhilatê Kobanî, 51 şehîd di ber neketina Kobanî û mana di cih û warên xwe de dane. Muxtarê gund Xelîl ku ji malbata wî 13 şehîd hene, li ba wî jî piştî şerê Idlib û rêkevtina di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tirs peyda bûye.

Mixtarê Gundê Qermoxê dibêje: “Em ji rêkeftinên di navbera Tirkiyê û Rûsiyê de ditirsin. Em hêvî dikin ku cîhan rê li ber Tirkiyê bigire û em di cih û warên xwe de bimînin."

Gundê Qeramoxê dikeve ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê. Xelkê gund ji nêzîk ve tevgera artêşa Tirkiyê dişopînin.

Nîşteciha gund Zeynep Hemo jî dibêje: “"Em pir ditirsin bi şev em li malê narazin ji tirsa ku weke Serê Kaniyê û Girêsipî li me bikin. Ji tirsan em nikarin çandiniya xwe jî bikin"

Dema ku Tirkiyê dibêje rêkeftina 30 km nehatiye cîbicîkirin bi wateya gefa êrîşeke din tê fêmkirin. Berpirsên bajêr, vê yekê dûr nabînin.

Hevserokê Desteya Hundirîn Bozan Xelîl jî got: “Tirs heye û berdewam e, lê danûstandin li gel Amerîkî û Rûsiya ji berdewm in. Ji min re gotina Kobanî li dervey êrişê ye. Herwiha me jî amadekariyên xwe dikin û em dê li ber xwe bidin.”

Seranserê sînorê Rojavayê Kurdistanê aram e. Ti gefek di asoyên siyasî û serbazî de niha tune. Lê çarenivîsa beşê mayî ji Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê ne diyar e. Çarenivîsa wê bi rêkeftina HSDê û Şamê tê destnîşankirin an jî bi çareseriyeke giştî ya Sûriyê ku dawî li krîza 9 salan bîne.

Rudaw
Top