Trump pêşbîniyên xwe bo dawî hatina koronayê aşkera kir
Trump di preskonferansa li Qesira Sipî de got ku divê zarok li mal perwerde bibin û divê heta ne pêwîst be kes rêwîtîyê neke.
Wî dîyar kir ku ew li bendê ne ku belavbûna vîrusa korona di meha Tîrmeh yan Tebaxê de yan jî di mehên hîn pêş de raweste.
Li ser pirsa ewê bo nexweşên vîrusa korona wek Çînê nexweşxaneyên taybet vekin yan na, Trump got ku ‘’Ez hêvî dikim ku em wê astê nebînin’’ û dîyar kir ku avahîyên bo nexweşxaneyan dinirxîne.
Trump da zanîn ku armanca wan ya sereke têkbirina vîrusa korona ye û dîyar kir ku dibe ku piştî krîza korona aborî jinûve geş bibe.
Basnews
