Li Îtalyayê 349 kesên din ji ber koronayê mirin
Rêveberê Giştî yê Berevaniya Sivîl a Îtalyayê û Komîsyarê vîrusa Koronayê li wî welatî, Angelo Borrelli, di civîneke çapemeniyê de li Romayê ragihand, ku tenê di nava 24 saetan de hejmara kesên ku bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane 349 kes zêde bûye.
Angelo Borrellî diyar kir ku di jimara kesên ku baş bûn de zêdebûneke berbiçav heye û got ku hejmara miriyan jî li gor duh kêm bû.
Borelli da zanîn, ku heta niha 27 hezar û 980 kes li seranserê Îtalyayê bi vîrusa Koronayê ketine û di hundirê 24 demjimêrên derbasbûyî de jî 349 kesên din ji ber heman vîrusê canê xwe ji dest dane.
Borrellî behs kir ku hejmara haletên tûşbûna vîrusa koronayê li Îtalyayê 23 hezar û 73 ye, dema mirî û kesên baş bûn jî li serê tê zêdekirin hejmar bi tevahî dibe 27 hezar û 980.
Borrellî ragihand ku li gor duh 414 kesên din jî baş bûn û hejmara kesên ku ji nexweşiyê pak bûn bo 2749 kesan zêde bû.
Rudaw
