• Tuesday, 10 February 2026
logo

Seroka Perlemana Kurdistanê xwe korentîne kir

Gulan Media March 17, 2020 Nûçe
Seroka Perlemana Kurdistanê xwe korentîne kir
Seroka Perlemana Kurdistanê, Rêwaz Fayeq piştî ku ji Holendayê vegerîya bo Hewlêrê, di mala xwe de xwe korentîne dike.

Evro Girûpa pizîşkên xwe bexş bo berengarbûna Koronayê ragehand, Rêwaz Fayeq, seroka Perlemana Kurdistanê, ji êvarîya 14yê vê mehê ve , bi rêya firokexaneyê vegerîyaye Kurdistanê, piştî dûvçûnê derket ku tîma pizîşkî ya firokexaneyê hewil dane wê korentîne bikin, lê wê qebûl nekirîye.

Evî girûpî ragehandîye jî: Seroka Perlemanê bi vê yasa şikandinê kerekê xirab dike û bandorê dike ser karên pizîşkan û hêvîdarîn bi zûtirîn dem bihête korentînekirin bo selematîya xwe û xelkê Kurdistanê.

Di bersiva wê ragehandinê de, evro sekiretêrê rojnamevanîya seroka Perlemanê daxuyanîyek belav kir.

Di wê daxuyanîyê de, ku wêneyeka wê bo Kurdistan 24ê hatîye şandin, hatîye: em tevaya wê nûçeyê red dikîn.

Herweha hatîye: Piştî geşteka seroka Perlemanê bo Holendayê bo dema tenê sê rojan, bi rêya firokexaneya nêvdewletîya Hewlêrê vegerîyaye Herêma Kurdistanê. Li Pişka VIP ya firokexaneyl çaverê tîma pizîşkan kirîye û piştî hatina tîma pizîşkan û pişkinîna wê, piştî 5 demjinêran encamên pişkinînê nerînî bûye. Bi ti awayekê wê encamdana rêkarên pişkinînên tenduristî red nekirîye, lê tevî wê yekê ku enccama pişkinîna wê nerênî bûye, wek pabendbûn bi rênimayên tenduristîyê dema destnîşankirîya korentîneyê li mala xwe temam dike û ev jî ji alîyê pizîşkî ve rê pê hatîye dan.

K24
Top