• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Silemanîyê rewşa 5 tûşbûyên koronayê baş bû

Gulan Media March 17, 2020 Nûçe
Li Silemanîyê rewşa 5 tûşbûyên koronayê baş bû
Rêveberiya Tendirustiya Silemênaiyê ragihand ku li wî bajarî rewşa 5 tûşbûyên vîrûsa koronaya nû (Covid-19) baş bûye û bo malên xwe hatine şandin.

Rêvebirê Tendirustiya Silemênaiyê Dr. Sebah Hewramî ji Rûdawê re ragihand ku rewşa tendirustiya 5 tûşbûyên vîrûsa koronayê yên li nexweşxaneyên Silêmaniyê baş bûye û herwiha rewşa nexweşên din ên bi heman vîrûsê ketine jî ber bi başbûnê ve diçe.

Dr. Sebah Hewramî diyar kir ku ew di hêviyê de ne ku rewşa hemû tûşbûyên Covid-19ê di demeke herî nêzîk de baş bibe û bo malên xwe bêne şandin.

Hewramî herwiha daxwaz ji wan kesên ku bo mala xwe hatine şandin heta 14 rojan peywendiyên nêzîkbûnê ligel kesê nekin.

Hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, 34 kes in û heta niha ji wan rewşa 9 kesan baş bûye û kesekî jî canê xwe ji dest daye.

Piraniya tûşbûyên koronavirusê li Herêma Kurdistanê, ji bajarê Silêmaniyê ne. Ji 34 kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê tûşî vê nexweşiyê bûne, 25 kes ji Silêmaniyê û 9 kes jî ji Hewlêrê ne.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku weke bergerî li hembarî vîrûsa koronayê bo heyama 5 rojan qedexeya hatinûçûnê li nav parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê ragihandiye.

Rudaw
Top