• Tuesday, 10 February 2026
logo

Korona sînorê tevahiya Ewopa dadixe

Gulan Media March 17, 2020 Nûçe
Korona sînorê tevahiya Ewopa dadixe
Ji ber belavbûna vîrusa Korona, civîna serkirdeyên welatên G7 (heft welatên xwedî pîşesaziyên bihêz ên cîhanê) bi riya vîdyokonferans birêve çû.

Civîn ji Serokê Amerîka Donald Trump, Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Serokê Fransa Emmanuel Macron, Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte û Serokwezîrê Japonya Shînzo Abe pêk hatibû.

Di civînê de biryar hat dayîn, bo heyama 30 rojî çûnûhatina welatiyan bê qedexekirin. Ew biryar tevahiya welatên Ewropa û sînorê Schengen digire ber û îro dikeve ware bicihkirinê.

Herwiha di civînê de serkirdeyên welatên G7 biryar dan zêdetir hevahengiyê di ware tenduristiyê de bikin, ji bo dîtina çareseriyekê ji vîrusa Korona re.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, ji ber bilezbûna belavbûna vîrusa Korona, roja 11 Adarê ev nexweşî wek petayeke cîhanî ragihand.

Piştre jî ragihand, Rêvebirê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Tedros Adhanom Gebresus ragihand, Ewropa bûye jêdera sereke û navenda belavbûna petaya Korona.

Li gor dawî amarên wê rêxistinê, heta niha hejmara kesên li cîhanê bi vîrusa ketina gihîştiye 164 hezar kesî û hejmara kesên cane xwe jidest dane jî gihîştie 6470 kesî.

K24
Top