• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amerîka çend serbazgehên xwe yên li Iraqê vala dike!

Gulan Media March 17, 2020 Nûçe
Amerîka çend serbazgehên xwe yên li Iraqê vala dike!
Tê gotin ku hêzên Amerîkî “ji ber zêdebûna êrişan” ji sê baregehên serbazî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê vedikişin.

Ajansa BBC ragihandiye, ji ber zêdebûna êrişên mûşekî Amerîka biryar daye hêzên xwe ji sê baregehên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê vekişîne.

Li gorî wê raportê, hêzên Amerîkî dê di heyama çend hefteyan de ji serbazgehên Qaîm û Geyare û serbazgeheka Kerkûkê derkevin û dê tenê li 5 serbazgehan de bimînin.

Li gorî agahiyan, artêşa Amerîka dê alavên serbazî yên serbazgeha Qaîm teslîmî artêşa Iraqê bike û dest bi derxistina hêzên xwe ji wê serbazgehê bike.

Basnews
Top