Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata siyasetmedarê kurd Mihemed kake Reza
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta koça dawî ya siyasetmedarê kurd Mihemed kake Reza peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:
Mixabin min bihîst ku xebatkarê naskirî û kesayetiyê niştimanperwerê Kurdistanê kak Mihemedê kake Reza koça dawî kiriye. Ez sersaxiyê didim malbat û mirovên wî birêzî. Xwedayê mezin wî bi biheştê şa bike û sebr û hedarê jî bide malbat, dost û hevalên wî.
