Siûdiye…298 berpirsên welat hatin girtin
Desteya Çavdêrî û tekoşîna li hember gendeliyê li Siûdiyê di tora civakî ya twitterê de ragehand, ew 298 berpirs ji ber ruşwet vergirtine, dizî kirine di serwetê giştî de û erk û peywir bo berjewendiyên xwe bikaranîne hatine girtin.
Li gor heman desteyê ragehandiye, nirxê dizî û gendeliya wan berpirsan kiriye, ku wekî ew bixwe li xwe mûkir hatine digehe 379 milyon riyalê Siûdî ango zêdetir ji 100 hezar dolar e.
Nav kesên hatine girtin de gelek efser û malnişînên artêşa Siûdiyê jî hene ku gendelî û diziyên wan ên sala 2015ê û 2016ê ne.
Basnews
