• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Qamişlo şandeke KNKê serdana PDK-Sê kir

Gulan Media March 16, 2020 Nûçe
Li Qamişlo şandeke KNKê serdana PDK-Sê kir
Şandeke Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Qamişloyê serdana Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) kir.

Hevdîtin roja Yekşemê 15ê Adarê li ofîsa PDK-Sê li bajarê Qamişloyê pêk hat.

Di civînê de behsa însyatîfa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ji bo nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Endamê Komîteya Rêvebir a KNKê Dr. Silêman Ilyas ji Rûdawê re ragihand, ku di vê serdanê de wan ji ber vekirina ofîsa PDK-Sê pîrozbahî li wê partiyê kirine.

Silêman Ilyas herwiha got, PKD-S li Rojavayê Kurdistanê patiyeke sereke ye û ew dixwazin pirsa yekrêziya Kurdî pêş bixin.

Heyamek berî niha li ser destpêşxeriya HSDê û helwesta erênî ya ENKSê û Rêveberiya Xweser, hejmarek partiyên ser bi ENKSê çend ofîssên xwe li Rojavayê Kurdistanê vekirin.

Rudaw
Top