Li Serê Kaniyê 4 teqîn pêkhatin: Leşkerên Tirk jî nav de 8 kes hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li nêzîkî gundê Nasiriyê yê ser ser bi Serê Kaniyê ve 3 bombe bi otombîlên serbazî yên Tirkî de teqiyan, di encamê de 5 serbaz hatin kuştin, 2 ji nava wan Tirk bûn û hejmarek jî birîndar bûn.
Diyar kir jî, li gundê Diwêra ya başûrê Serê Kaniyê jî bombeyek di baregeha grûpeke çekdar de teqiya û di encamê de 3 çekdar hatin kuştin.
Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Sipî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, gelek teqîn li wan her du herêma tên kirin.
Basnews
