• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê: Em dixwazin piyên vîrusa Koronayê bişkînin

Gulan Media March 16, 2020 Nûçe
Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê: Em dixwazin piyên vîrusa Koronayê bişkînin
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, dirêjkirina dema qedexeya hatin û çûnê û derketina derve li Herêma Kurdistanê bi şêwir bûye. Rêber Ehmed got: “Em di qonaxa êrîşkirina ser vê vîrusê de ne” û daxwaz ji hemwelatiyan kir ku li malên xwe dernekvin, daku bi ser vîrusê de biserkevin”.

Rêber Ehmed îro di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê amaje bi biryara dirêjkirina qedexeya hatin û çûnê li herdu bajarên Hewlêr û Silêmaniyê bo dema 72 demjimêrên din (3 roj) kir û diyar kir, wan “piştî şêwirên li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Hewlêr Firset Sofî û Parêzgar Silêmaniyê Heval Ebûbekir”, ev biryar daye.

Rêber Ehmed got, biryara dirêjkirina qedexeya derketina derve, “ji bo berjewendiya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê” hatiye dan.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, ku îro tûşbûna kesekî din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê hat piştrastkirin û bi vê yekê jî hejmara tûşbûyan bo 29 kesan bilind bû.

Bi gotina Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, “ji ber ku renge xelkê weke pêwîst ji bo mana li mal amadekariyên xwe nekiribin, desthilata pêwîst bi herdu parêzgarên Hewlêr û Silêmaniyê hatiye dan, daku karûbarên rewşa jiyanê rêkûpêk bikin, bi taybetî di warê dabînkirina kelûpelên wek xurak, derman, av, nan, vekirina firinên nan de, û herdu parêzgar jî dê karên pêwîst pêk bînin”.

Rêber Ehmed di berdewamiya axavtina xwe de spasiya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kir, ku heta niha bi awayekê baş pabendî rênimayî û biryarên hikûmetê û aliyên peywendîdar bûne û ji bo rûbirûbûna vîrusa COVID-19 alîkariya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine.

Rêber Ehmed got: “Me hewl daye gelek şefaf bin û peywendiyeke dirist di navbera hikûmetê û hemwelatiyan de çê bûye, me herdu aliyan me kariye encamên baş bi dest bixin, hêvîdarim ku ew peywendî û pabendbûn heta 72 demjimêrên din berdewam be, daku em bikarin derfetê bidin tîmên tendirustiyê, ji bo ku baştir û baştir bi ser vîrusa Koronayê de biserkevin”.

Di beşeke din a axavtina xwe de, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, “em di qonaxa êrîşkirina ser vê vîrusê de ne” û tekez kir: “Pisporekî Çînî ku şîret li desthilatdarên Îtalyayê kiribû, daxwaz ji wan kiribû ku piyên vê vîrusê bişkînin û ev vîrus bê pê bimîne. Mebest ev e ku vê vîrusê bixwe piyên wê nînin, lê belê bi rêya mirovan tê veguhastin, lewma pêwîst e xelk li malên xwe bimînin, daku tevgera vê vîrusê nemîne û bê pê bimîne”.

Bi gotina Rêber Ehmed, ya ku heta niha li Herêma Kurditsanê hatiye kirin, ji bo vê yekê bûye ku “rê li ber veguhastina vîrusa COVID-19 bihê girtin” û diyar kir: “Bi kêfxweşî ve, vê yekê bandoreke rasterast hebûye li ser kontrolkirina rewşê, lewma jî berdewambûna li ser vê rewşê û mana li malê tiştekî gelek baş û giring e. Hêvî dikim we sebreke zêde hebe”.

Rudaw
Top