• Tuesday, 10 February 2026
logo

Qedexeya hatûçû hate dirêj kirin

Gulan Media March 16, 2020 Nûçe
Qedexeya hatûçû hate dirêj kirin
bo dabîn kirina pêdiviyên jiyanê Parêzgar hatine pîwerdarkirin
Li gor daxuyaniyeke wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê, biryara qedexeya hatûçûyê yaku beriya du rojan li her du bajarên Silêmanî û Hewlêrê bi mebesta pêşî girtin ji Koronayê hatibû ragihandin dirêj bûye.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku bi mebesta parastina selametiya welatiyan, biryara qedexe bûna hatûçûyê bo 72 seatên din li Hewlêr û Silêmanî û herwiha qeza û nehiyeyên ser bi wan her du bajaran hatiye dirêjkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku parêzgarên wan her du parêzgehan bo dabîn kirina pêdiviyên jiyana rojane ya xelkê hatine pîwerdarkirin.
Top