Başûrê Kurdistanê: 5 kesên din li Silêmaniyê tûşî Koronayê bûn
Li gor daxuyaniyê, encamên pişkinînên 5 kesên din li Silêmaniyê pozetîv derketiye û tûşî vîrusa Koronayê bûne.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava tûşbûyan de biryarek û du zarokên kesê ku îro tûşbûna wî bi koronavîrusê hatibû piştrastkirin, hene.
Herwiha xizmek û xwîşkeke tûşbûyê ku pêştir li Silêmaniyê canê xwe ji dest dabû, di nava tûşbûyên îro de ne.
Bi vê yekê hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, bo 34 kesan bilind bû.
Her li gor Wezareta Tedirustiya Herêma Kurdistanê, ji destpêkê ve heta niha tûşbûyekî vîrusa COVID-19 baş bûye.
Piraniya tûşbûyên koronavirusê li Herêma Kurdistanê, ji bajarê Silêmaniyê ne. Ji 34 kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê tûşî vê nexweşiyê bûne, 25 kes ji Silêmaniyê û 9 kes jî ji Hewlêrê ne.
Rudaw
