• Tuesday, 10 February 2026
logo

Papayê Vatîkanê daxwaz dike dua bo xelkê varêzkirî bên kirin

Gulan Media March 15, 2020 Nûçe
Papayê Vatîkanê daxwaz dike dua bo xelkê varêzkirî bên kirin
Papayê Vatîkanê Papa Franciscus ji xelkê xwest duayan bo wan kesan bikin ku hatine varêzkirin û rewşeke dijwar derbas dikin.

Papa Franciscus duh Şemiyê 14ê Adarê gotara heftane bi awayê online pêşkêş kir û hêvî xwest ku kesên varêzkirî tehemûl bikin û dema wan bi asanî derbas bibe.

‎ Franciscus got:“Em duayan bo xelkên nexweş bikin piştî belavbûna wê vîrûsa cîhanî. Îro dixwazim duayan bo malbatan ‎bikim, ew kesên ku neçar in li mal û di nav malbatên xwe de bimînin, ji ber dibistan bo hevkariya ‎silametî hatine girtin, loma xelk rewşeke dijwar derbas dikin, divê bi xweşî û şadî baş tehemûla rewşê ‎bikin.”‎

Tevî varêzkirin û ji hev qutkirina herêmên Îtaliya, hejmara kesên bi koronayê ketine 21 hezar kes derbas kirin û hezar û 441 kes jî ji ber wî vîrûsê canê xwe ji dest dane

Li Îtaliya niha 21 hezar û 157 kes bi vîrusa corona ketine û piştî Çînê Îtlaiya li pila duyem de ye ku bi wê vîrûsê ketine.

Di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de nêzîkî 5 hezar kes bi korona bûne û hikûmeta wî welatî tedbîrên li dijî wî nexweşiyê standine.

Rudaw
Top