Zanîngehên Hollandayê dermanê rûbirûbûna vîrusa Korona dîtin
Dr. Berend-Jan Bosch ji beşê Zanistên Vîrusan di zanîngeha Utrecht de ji kenala Hollande 1 re ragihand, ji destpêka derketina vîrusa Korona ve, bê westan û bi berdewamî di lêkolînan de bûn, ji bo dîtina çareseriyeke bilez ji vê vîrusê re.
Diyar kir, ew vegeriyan dermanê vîrusa Sars ya 2003an û li ser wê kar kirin û gihîştin encameke erênî ku dikarin rûbirûyî vîrusa oronaya nû COVÎD-19 bibin.
Lêkolîneran amaje bi wê dan, lêkolînên wan berdewam in û ev dermanê nû, pêwîstiya wê hîn bi taqîkirinan heye û herwiha pêwît e kompanyayek dirustkirina wî dermanî lixwe bigire, heta bikeve ware bikaranînê.
K24
