• Tuesday, 10 February 2026
logo

Polîsê Çemçemal: Xortekî Kerkûkî di nav baregeha PKKê de canê xwe ji dest da!

Gulan Media March 15, 2020 Nûçe
Polîsê Çemçemal: Xortekî Kerkûkî di nav baregeha PKKê de canê xwe ji dest da!
Polîsê bajarokê Çemçemal yê Başûrê Kurdistanê ragihand, endamekî Kerkûkî yê PKKê li nav yek ji baregehên wê rêxistinê yên li devera Germiyan can da.

Berpirsê polîsê Çemçemal, Mihemed Ebdî ji BasNewsê re got, şeva borî endamekî Kerkûkî yê PKKê li nav baregeha wê rêxistinê li nahiya Qadir Kerem ya Çemçemalê can da.

Mihemed Ebdî her wiha got, ew xortê Kerkûkî 15 salî ye û demek kurt beriya niha tevlî refên PKKê bibû.

Wî efserê polîs li ser sebeba mirina wî xortê Kerkûkê jî got, bi qasî ku me lêkolîn kiriye fîşek ji destê wî derketiye û lê ketiye û bi wî rengî canê xwe ji dest daye.

Beriya niha jî fermandeyekî YNKê li devera Baziyan ragihandibû, keça wî ku bibû endama PKKê, li çiyayê Qendîlê canê xwe ji dest daye. Tê gotin ku temenê keça wî fermandeyê YNKê jî kêmtirî 18 salan bûye.

Beriya niha BasNewsê di raportekê de behsa siyaseta çekdarkirina zarokan ji aliyê PKKê ve kiribû. PKK zarokan direvîne û bo berjewendiyên xwe bikar tîne û çekdar dike.

Li gorî qanûnên navdewletî û pîvanên mafên mirov, çekdarkirin û bikaranîna zarokan di warên serbazî de binpêkirina mafên mirov e.

Basnews
Top