“Pirsgirêka cîh nîne, bila di xema derman û amûran de bin”
Serokê liqa Silêmaniyê ya sendîkaya karmendên tenduristiya Kurdistanê, Hawjîn Osman ji BasNewsê re got, wezareta tenduristiya Kurdistanê li piraniya bajar û bajarokan nexweşxane û navendên tenduristiyê çêkiriye. Gelek nexweşxaneyên taybet jî hene. Ji ber wê jî di mijara dermankirina nexweşên Koronayê de pirsgirêka me ya cîh û avahî nîne.
Hawjîn Osman her wiha got, tenê divê em zêdetir di xema derman û amûrên nojdariyê de bin. Ji ber wê jî bila dewlemend û kesên xêrxwaz, ji çêkirin nexweşxaneyan zêdetir, di xema dabînkirina wan pêdiviyan de bin.
Basnews
