• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îraq teqlîdê Kurdistanê dike

Gulan Media March 15, 2020 Nûçe
Îraq teqlîdê Kurdistanê dike
Hikûmeta Îraqê di çarçoveya tedbîrên xwe yên bo rûbirû bûna Koronayê de, teqlîdê hikûmeta Kurdistanê dike û hatûçûya navbera parêzgehan qedexe dike.

Rayedarên Îraqî behsa vê yekê kirine ku bo rûbirû bûna Koronayê lazime qedexeya hatûçû were ragihandin û bo vê çendê jî biryar dane daku hatûçûya navbera 5 parêzgehên Îraqê qedexe bikin.

Li her du parêzgehên Necef û Besreyê jî ev biryar ketiye meriyetê û tevahiya deriyên sînorî yên navxweyî û derve hatine daxistin û hatûçûya welatiyan jî hatiye kêmkirin.

Her di çarçoveya heman biryarê de her du parêzgehên Kerkûk û Dîwaniyeyê jî rê û deriyên xwe yên li gel parêzgehên din daxistin.
Top