• Tuesday, 10 February 2026
logo

Iraqê ji ber daketina nirxê petrolê nîviya dahata xwe ji dest da

Gulan Media March 15, 2020 Nûçe
Iraqê ji ber daketina nirxê petrolê nîviya dahata xwe ji dest da
Şêwirmendê Darayî yê Serokwezîrê Iraqê dibêje, nirxê petrola welat bo kêmtir ji 30 dolar bo her bermîlekê daketiye û ji ber vê yekê jî Iraqê nîviya dahata darayî ji dest daye.

Mezher Mihemed Salih, Şêwirmendê Darayî yê Serokwezîrê Iraqê ragihand, “Iraq bi rêjeya ji sedî 98ê diravê biyanî bi rêya hinardekirina petrolê bi dest dixe. Herwiha petrol ji sedî 45 ê berhemên navxwe û ji sedî 93ê budceya giştî pêk tîne. Ev jî bûye sedem ku petrol çavkaniya sereke ya aboriyê be.”

Nirxê yek bermîl petrolê ji 60 dolaran bo 30 dolaran daketiye. Herwiha Mezher Mihemed Salih dibêje, “Berawird bi nirxê pêşiyê, Iraqê nîviya dahata petrolê ji dest daye.” Salih diyar jî kir ku ji bo birêvebirina çavkaniyan pêwîstî bi helwesteke cidî û zîrekane heye.

Li gor Şêwirmendê Darayî yê Serokwezîrê Iraqê, “Encûmena Wezîran mijûlî gotûbêjkirin û dîtina çareserî û cîgirtina zêde a yedegê ye bo rûbirûbûna krîzê û sivikkirina karîgeriyan, bi taybetî niha hikûmet hewlên zêde dide bo kêmkirina ziyanên krîza petrolê û tendirustî, ji ber belavbûna vîrusa Koronayê.”

Pêştir Bexdayê ragihandibû, ji ber lêketinên Koronayê û karîgeriya li ser kertên aborî, rojane 100 milyon dolar ji dahatên petrolê ji dest daye.

Rudaw
Top