• Tuesday, 10 February 2026
logo

Tenduristiya Cîhanê: Ewrupa bûye jêdera sereke ya belavbûna vîrusa koronayê

Gulan Media March 14, 2020 Nûçe
Tenduristiya Cîhanê: Ewrupa bûye jêdera sereke ya belavbûna vîrusa koronayê
Rêvebirê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Tedros Adhanom Gebresus ragihand, Ewrupa bûye jêdera sereke û navenda belavbûna vîrusa Korona.

Tedros Adhanom Gebresus îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ezmûna Çîn û Koryaya Başûr diyar kir ku karantîna kirin (ketina bin çavdêriya tenduristî) dikare jiyana piraniya xelkê biparêze.

Herwiha got: Dezgehên tenduristiyê li welatên cîhanê amade ne pêşwaziyê li hejmareke mezin a berkeftiyên vîrusa Korona bikin.

Destnîşan kir, pêwîst e tewdîrên pêwîst bêne girtin û tevahiya bone û civînên giştî bên rawestandin û nexwe û berkeftiyên vîrusê bêne cuda kirin, ji bo rêgirî li belavbûna vê vîrusê bê kirin.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, ji ber bilezbûna belavbûna vîrusa Korona, pêr roja 11 Adarê ew vîrus wek şewbekî cîhanî ragihand.

Basnews
Top