koçberekî Efrînê ji aliyê asayişê ve hat kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, “Roja 10 Adarê hêzên asayişê PYDê bi ser mala Cuma Îbiş di girt û ew endamên malbata wî gulebaran kirin. Di encamê de, ew, hevjîna wî, 3 zarokên wî û merivekî birîndar bûn.”
Wê rêxistinê diyar kir jî, Cuma Îbiş roja din û ji ber giraniya birînên xwe canê xwe jidest da û li herêma Şehbayê bi xakê hat spartin.
Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê , Cuma Îbiş ji gundê Celemê yê Navçeya Cindirêsê ye û ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, koçberî bajarokê Til Rifatê bûye.
K24
