Îran daxwazekê ji Amerîka dike
Nûnerê herdemî yê Îranê li Netewên Yekgirtî Mecîd Text Rewancî ragihand, Amerîka kedên mirovî yên rûbirûbûya Korona kiriye pirseke siyasî û pêwîst e Washington dawî li siyasetên xwe yên şaş li hember pirsên hestiyar yên cîhanê bîne.
Rewancî daxwaz ji civaka navdewletî dike, dorpêçên li ser Îranê werin rakirin û dibêje: “Dorpêçên Amerîka, rê li pêş bêşveçûna welatê me bo rûbirûbûna vîrusa Korona girtiye”.
Ev di demekê de ye, duhî Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf daxwaz ji Amerîka kir, dorpêçên li ser welatî wî rake.
Piştî belavbûna berfereh a vîrusa Korona li Îranê, di nav wan de çendîn parlementer û rêberên olî, 514 kesan canê xwe jidest daye.
K24
