• Tuesday, 10 February 2026
logo

li Îtalyayê duh 250 welatî bi vîrusa Korona canê xwe jidest dan

Gulan Media March 14, 2020 Nûçe
 li Îtalyayê duh 250 welatî bi vîrusa Korona canê xwe jidest dan
Hikûmeta Îtalya ragihand, duh bilindtirîn haletên mirinê hatin tomarkirin, ku 250 welatî bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane.

Bi vê hejmar, haletên bi vîrusa Korona li Îtalyayê gihîşt 1266 kesan.

Heta niha 17660 kes li Îtalyayê tûşî vîrusa Korona bûne û tenê di 24 demjimêrên bûrî de, 2547 halet hatin tomarkirin.

Ev yek di demekê de ye, Rêvebirê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Tedros Adhanom Gebresus ragihand, Ewropa bûye jêdera sereke û navenda belavbûna vîrusa Korona.

K24
Top